Davit Kachkachishvili
21 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2022
Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ragihand ku ji bo pêwendiyên curbecur çûye Amerîkayê.
Zelenskiy li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Ji bo îstiqrar û zeximkirina parastina Ukraynayê ez çûm Amerîkayê. Bi serok Joe Bîden ra bi taybetî em ê li ser hevkariya Ukrayna û Amerîkayê biaxivin. Ez ê wekî din li Kongreyê biaxivim û hevdîtinên dualî bikim."
Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy piştî şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê da dijî Ukraynayê da destpêkirin cara ewil dervayî welêt ziyaret dike.