12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
DOHA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got, "Armanca me ew e ku em li herêmê aştî û aramiyê biedilînin, di serî da PKK/PYD/YPG herêmê ji rêxistinên terorê paqij bikin. Ne bi tenê PKK, herwiha rêxistina terorê DEAŞê jî ji herêmê tê paqijkirin."
Orgeneral Akar beşdarî Fûara Navneteweyî ya Deryayî û Parastinê ya Dohayê ya 2018an (DIMDEX) a li Navenda Kongreya Neteweyî ya Qeterê bû û li standên fîrmayên Tirk ên di fûarê da geriya.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar beriya merasima vebûnê, bersiv da pirsên peyamnêrên AA û TRTyê û herwiha destnîşan kir ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da ji bo ku li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar çêbibe, li herêma Efrînê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê mensûbên YPG/PKK-DEAŞê bên berterefkirin û xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe dabû destpêkirin, bi awayekî serkeftî dewam dike.