Sevim Hatun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
HEWLÊR
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) wê piştgiriyê bide bernameya wê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bikeve rewacê.
Budçeya bernameyê ya bo baştirîn xizmeta gel bikin hat amadekirin 160 milyon dolar e û wê 5 salan bikşîne
Destpêka bernameyê ya ajansê bi civîneke çapemeniyê ya ku bi beşdariya Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman, Berpirsê USAIDê yê Iraqê John Lister û Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qûbad Talabanî hat kirin ve hat ragihandin.
Berpirsê USAIDê yê Iraqê John Lister got ku bernameya "Rêveberiya Iraqê û Raçavkirina Performansê" ya ku berî niha li paytext Bexda û Besraya dikeve aliyê başûrê welêt kiribûn rewacê li Hewlêrê jî bidin destpêkirin.
Lister diyar kir ku armanca wan bi vê bernameyê pêşvebirina gelê herêmê ye û dixwazin bi piştgiriya HKIyê jiyana rojane ya gelê herêmê hêsantir bikin.
Lister bal kişand ser bernameya wê 5 sal dewam bike û got ku budçeya wê 160 milyon dolar e.