İbrahim Atmaca
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
ANKARA
Ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li ser Efrînê da nivîs û wêne parve kir, der heqê Parlamenterê Tunceliyê yê HDPê Alîcan Onlu da lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriyê hat dayîn, Onlu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Ingilîzî wiha gotiye "... Dewleta Tirk êrişî Efrînê dike, lewra li dijî Kurdan û destkeftiyên Kurdan e..." û wêneya zarokeke birîndar parve kiriye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor 301emîn benda Qanûna Cezayê Tirk ji ber sûcê "Bi eşkere milletê Tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, Meclisa Millet a Mezin a Tirkiyeyê, hikûmeta Komara Tirkiyeyê û dezgehên darazê yên dewletê piçûk xistiye" ku heta 2 salan cezayê vî sûcî yê hebsê heye, lêpirsînê dest pê kir.