Raşid daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku belgeyên ku hatin ber destê komîteyê ji çavkaniyên rejimê ne. Raşid diyar kir ku rejim di qada navneteweyî de sûcdar e. Rajid destnîşan kir ku leşkerekî bi nasnavê "Caesar" wêneyan daye wan û ev wêne li Şamê û derdorê hatine kişandin. Raşid diyar kir ku heke bajarên din jî bihesibînin hejmara mexdûran 6-7 qat zêde dibe. Raşid destnîşan kir ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dosyeya der barê Sûriyeyê de îro pejirand û şand Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.
Îmameddîn er-Raşid destnîşan kir ku di rapora ku bi destê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ya NYê ve hat weşnadin de ji wêneyên ku leşkerê bi nasnavê "Caesar" belav kiriye îstifade kirin. Raşid destnîşan kir ku belgeyên di vê mijarê de di destên ewle de ne û dê van belgeyan biparêzin. Raşid ji ber ku mafê xwe yê redkirinê bikaraniye, Rûsyayê rexne kir û got ku bi bêdengiya xwe Moskova ji sûcên rejimê re dibe şirîk.