Haydar Şahin
27 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Dmîtriy Peskovê Berdevkê Kremlînê îdiayên dibêjin Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê "ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê" pîlan pêşniyazî Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê kiriye, red kir.
Peskov li ser pirsa rojnamevanan îdiayên di çapemeniya Îsraîlê da dibêjin Netanyahu pîlan pêşniyazî Putîn kiriye nirxand.
Peskov diyar kir ku Netanyahu di ziyareta meha borî ya li Moskovayê da pîlaneke wisa pêşniyazî Putîn nekir û wiha axivî: "Di ziyareta Netanyahu da tiştekî wisa nehat rojevê û ez nikarim vê pesend bikim."
Peskov got ku dibê Netanyahu di vê mijarê da eşkere bike ku qesta wî çi ye.
Duh di çapemeniya Îsraîlê da rayedarekê Îsraîlê wekî çavkanî hatibû nîşandan û hatibû îdiakirin ku Îsraîlê "ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê" pîlan pêşniyazî Donald Trumpê Serokê Ameîkayê kiriye.
Li gor xeberê, rayedar dibêje ku Netanyahu meha borî li Moskovaya paytextê Rûsyayê bi Putîn ra hat ba hev û pîlana xwe bi wî ra parve kir û Putîn jî eleqe nîşan da, li gor pîlanê hedef ew e ku Îranê ji Sûriyeyê derxin.