Haydar Şahin
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
ANKARA
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir texmîn dikin ku 38 hezar misilmanên ji Arakanê yên ku ji ber êrişên artêşê û neteweperestên budîst revîn derbasî Bagladeşê bûn.

Li gor xebera BBCyê, rayedarên Bangladeşê yên NYê diyar kirin ku ji îna borî ya ku êrişan dest pê kir hetanî nika 38 hezar misilmanên ji Arakanê bi rêyên dereqanûnî derbasî Bangladeşê bûn.
Berdevka Herêmê ya li Bangladeşê ya Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYê Vivian Tanê di daxuyaniya xwe da got, "Li rexê rêyan kon û holikan dibînin, her cî tijî bûne."

Tanê diyar kir ku li gor xeberên tên guhên wan guleyan berî misilmanên ji Arakanê yên ku hewl didin ji sînor derbas bibin didin, hê nizanin ku kîjan alî guleyan agir dike.
Konseya Rohîngya Ewropayê (ERC) diyar kir, li Aung Mîn Glara herêma Sîtweya navenda Arakanê destûrê nadin ku sivîl xwarin, xurek û amûrên tenduristiyê bistînin.

ERCê destnîşan kir ku li herêmên pêvçûnên artêşê tunin jî misilmanên ji Arakanê di xeterê da ne.
Hê jî destûrê nadin ku alîkariya mirovahî here herêmê.