Dinya

Remezan di siya El Hemrayê de

Li Granadaya axa dawîn a îslamê li Îspanyayê, ji minareya mizgefta ku piştî sedîn salan hat înşakirin dengê ezanê ber bi Qesra El Hemrayê ve diçe.

Ahmet Aydın  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 30.05.2018
Remezan di siya El Hemrayê de

Andalucia

GRANADA

Li Granadaya axa dawîn a îslamê li Îspanyayê, ji minareya mizgefta ku piştî sedîn salan hat înşakirin dengê ezanê ber bi Qesra El Hemrayê ve diçe. Ev tişt berî 500 salî, dema Endulusan bibîrtîne.

Muezzinê Mizgefta Mezin a li Granadayê banga Îslamê ber bi El Hemrayê ve diqîre, kolan û her zerreyekî wî bajarî ber bi wan rojên qedîm ve dibe.

Piştî 5 sedsalan ji ketina Grandayê ku di sala 1492an de ketibû, sala 2003yan mizgeftek hat çêkirin û bû cihê perestina misilmanan û silavê dide rojên berê yên Endulusê.

Mizgefta ku li ser dîwarên wê bi hezaran carî La xalîbe Îllallah (Ji Xwedê pê ve yê serkeftî nîn in) hatiye neqişandin, bi mîhraba xwe Mizgefta Mezin a Qurtûbayê ya ku nuha weke qetedralê bikartê, vebîr tîne

- Tama fitarê di siya El Hemrayê de

Mizgeftê bi remezanê zêdetir misilmanan bi aliyê xwe ve dikişîne.

Mizgefta ku bi rojê di nava wê de xwendina Qurana Pîroz lê deng vedide, bi banga êvarê re jî dibe cihê bi hevre vekirina fitarê.

Sekreterê Giştî yê Mizgeftê Zacarias Lopez Rejon di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got, "Me rojiya xwe bi şîr û xurmeyan vekir. Piştî nimêjê herîra şorbeya Mexribê tê servîskirin. Piştî nimêja êvarê em terawîhan dikin. Di nava seranserê mehê de 2 caran Quran tê xitimkirin."

- Pêwistiya me bi alîkariyê heye ji hemî cihanê"

Rejon anî ziman ku car bi car hinek kom tên û dixwazin derbarê Îslamê de agahiyan bistînin û got, "Mizgefta me heta îro bi piştgiriyên aborî li ser piyan ma. Lê belê em nuha derbasî asteke nû bûn. Helbet tewekkeliya me bi Xwedê timam e. Dê Xwedê nehêle ev mizgeft bê girtin. Lê belê ji bo berdewamiyê ji hemî cihanê pêwistiya me bi alîkariyê heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.