AMMAN
126 alimên Îslamê yên ji welatên cuda daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku bêyî îcmaya umeta Îslamê xîlafet îlankirin caîz nîne.
Alimên Îslamê di daxuyaniyê de xîtabî Serokê DÎŞIyê Ebû Bekir el-Bexdadî kirin û wiha gotin: "Bêyî îcmaya umeta Îslamê xîlafet îlankirin caîz nîne."
Waiz Elî el-Helebiyê urdunî yê ku di danezanê de îmzeya wî jî heye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku hin milîtanên DÎŞIyê hîdayetê bibînin ev danezan nivîsîne û di naverokê de jî qala mafên bingehîn ên di navbera mislimanan de kirine.
Di danezana ku ji hêla 126 alimên ji Erebistana Siûdî, Urdun, Filisitîn, Misir, Tûnis, Iraq, Sudan, Yêmen, Tirkiye, Îngiltere, Fransa, DYA, Swêd, Bosna Hersek, Îtalya, Belçika, Bilgaristan, Arjantîn, Kanada, Hindistan, Çîn, Malezya, Endozenya û Nîjerê ve hat dayîn de wiha hat gotin:
"Kuştina kesên bêguneh, kuştina rojnamevan û balyozan, ji kesên ku kufra xwe eşkere nekirin re kafir gotin, ji xiristiyan û ehlê kitabê re neheqî kirin, koletiya ku bi îcmayê hatiye rakirin dîsa anîn, bi zorê mislimankirin, mafên zar û jinan ji destê wan hildan, êşkencekirin, karên nerind avêtina ser Xwedê, merzelên sehebe û pêxemberan hilweşandin di Îslamê de caîz nîne û bêyî îcmaya umeta Îslamê xîlafet îlankirin jî caîz nîne."