28 Sibat 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Komisyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Sûriyeyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku rejima Beşar Esed êrîşî wargehên sivîlan ên li Îdlibê kir û bû sedema kuştina mirovan.
Di rapora komisyonê da hat diyarkirin ku bi mitebeqata Soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê va rageşiya li Îdlibê kêm bû.
Di raporê da hat gotin ku hêzên rejimê êrîşên li herêmên sivîlan ên li Îdlib û rojava Hemayê didomînin, ji bo zirar negihîje sivîlan jî tu tevdîrekî hilnadin.
Dîsa di raporê bal kişandin ku li herêmên dikevin destê rejimê dîlgirtin, windakirin û pirsgirêk dewam dikin û ev tevger, "dibin sedema kuştina bi hezaran sivîlan."
BM raporunda, "(Rejim güçleri İdlib'de) Silahsızlanma bölgesi kurulmasına rağmen hava saldırılarında aralarında kadın ve çocukların bulunduğu pek çok sivili öldürdü." denildi.
Di rapora li ser Sûriyeyê ya NYyê da wiha hat gotin: "Ligel avakirina herêma bêçek (hêzên rejimê li Îdlibê) gelek kesên di nav wan da jin û zarok hene kuştin."
- Binpêkirina mafan a YPG/PKKyê
Rapora Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî da bal kişandin êrîşên YPG/PKKyê yên herêmê û wiha hat gotin: "Li qadên di destê HSDyê (YPG/PKK) da ne bi hezaran jin, mêr û zarok dereqanûnî tên dîlgirtin."
Wekî di raporê da hat diyarkirin ku li sînorê Urdinê 41 hezar sivîl mihtacê xizmetên tenduristiyê, perwerde û yên sereke ne.