Dinya

Rejima Esed êrîşê Îdlibê kir: 6 mirî

Rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşê cî û warên li sînorê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" kirin, di êrîşê de 5 jê zarok 6 sivîl mirin

Elif Orhan  | 23.02.2019 - Rojanekırın : 24.02.2019
Rejima Esed êrîşê Îdlibê kir: 6 mirî

İdlib

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îranê piştgiriyê dide wan bi topan êrîşê cî û warên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"kirin, di êrîşê de 5 jê zarok 6 sivîl mirin.

Rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îranê piştgiriyê dide wan bi topan êrîşê Serakib, Xan Şexun û navçeya Marratînnuman û Latemîne, Kefer Zîtaya navçeyên li Hamayê û herêma Deşta Gabê yên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"kirin.

Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê Mistefa Hec Yusif daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Di êrîşên hêzên rejimê yên berêvarê de 5 jê zarok 6 sivîl mirin. Gelek sivîl birîndar bûn."

Li gor çavkaniyên parastina sivîlan di êrîşên bejayê û asîmanî hêzên rejimê yên serê salê vir ve yên li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" de herî kêm 75 sivîl mirin û 265an zêdetir sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo xurtkirina agirbesta li Îdlibê hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe. Mixalifên eskerî jî li gor mutebaqata ku di 17ê îlona 2018an de hat îmzekirin di 10ê cotmeha 2018an de çekên xwe yên giran ji herêmê vekişiyabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın