Eşref Musa,Bayram Altuğ
31 Adar 2022•Rojanekirin: 01 Nîsan 2022
Hêzên rejima Esed ji bo ku kesên di Kampa Rukbanê da dijîn bidin koçkirin dorpêçiya li ser kampê xurttir dikin û ev 10 roj e destûrê nadin xwarin, derman, ar, şewat û şîrê zarokên bigihînin kampê.
Kampa Rukbanê ya li ser sînorê Urdunê ya ku 11 hezar sivîl lê dijîn rastî zexta artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan tê.
Firinên di kampê da kapeka ji bo heywanan tê bikaranin ji bo nan dixebitînin.
Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jens Laerke ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji îlona 2019an vir va konvoya mirovî negihîştiye herêmê.
Laerke got li Rukbanê 10 hezar û 500 kes di nav şertên zehmet da dijîn, ji îlona 2019an vir va 20 hezar û 700 kesî terka kampê kiriye ku ji wan 20 hezar û 353 kes li Humisê hatine bicihkirin û ji bo yên mayîn ew fikarê dikin.
- Rê li ber alîkariyên mirovî tê girtin
Omer el-Humsiyê aktîvîst yê di kampê da dijî got 3 sal e rê li ber alîkariyên mirovî yên NYyê tên girtin û 10 roj e jî dorpêçî hatiye zêdekirin.
Humsî anî ziman destûr nayê dayîn ku sotemenî, dar, ar û melzemeyên jiyanê bikevin kampê.
- Dergûşên nû tên dinyayê nexweş dikevin
Um Abdoya di kampê da wek hemşîre dixebite got doxtor tune, ji ber kêmasiya dermanan jî gelek zehmetî tê kişandin.
Abdoyê wiha got: "Hewcedariya me bi dermanan û dermanên ji bo rewşa acil heye. Şîrê zarokan jî tune. Jinên ducanî û dergûşên nû dibin ji ber kêmasiya xwarinê nexweş dikevin."
Abdo anî ziman divê dorpêçiya rejima Esed dawî bibe û bangî xêrxwaz û raya navneteweyî kir ku ew bilez alîkariyê bikin.
- "Me ji kapeka heywan dixwin nan pet"
Cernas el-Xaldiyê 8 sal e di vê kampê da dijî jî got ji ber ku 10 roj e rejima Esed rê li ber digire ar nayê firinan.
Xaldî wiha got: "Me ji kapeka heywan dixwin nan pet. Hê jî mîdeya min diêşe. Mezin çi tê li ber wan dixwin, lê zarokê çi bixwin?"