İbrahim Atmaca
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ji bo ku navçeya Kefrenbûdeyê û Girê Kevir (Tel es Sahir) bi dest bixin êrîş da destpêkirin.
Hêzên rejimê ku ji eskerên rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan pêk tên, aliyê başûrê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ser herêma navçeya Kefrenbûdeyê û Girê Kevir operasyonê dikin.
Li derdora navçeyê di navbera hêzên rejimê û Artêşa Azad a Sûriyeyê da pevçûnên tund dewam dikin.
Hêzên rejimê ji bejayê va êrîş dikin, balafirên şer ên Ûris jî ji hewayê va piştgiriyê didin.
Hêzên rejimê ên ku ketin aliyê rojavayê lê nihêrîn ku Artêşa Azad berxwedanê dide, mecbûr man û paşve vekişiyan.
Nacî Mistefayê Berdevkê Eniya Azadkirina Neteweyî ya girêdayî Artêşa Azad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên rejimê bi piştgiriya balafirên şer ên Ûris, serê sibê ji aliyê rojava va êrîşî navçeya Kefrenbûdeyê kir.
Mistefa got, "Ji hêzên rejimê bi dehan kes mirin. Li derdora Girê Kevir tankek hat berterefkirin. Vê gavê li derdora navçeyê pevçûnên tund didomin."
Rejima Esed duh li devera çiyayî ya bakurê Hamayê gundê El Çenabîreyê û Girê Osman ê stratejîk bi dest xistibû.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.