Haydar Şahin
20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Li Sûriyeyê êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê yên li ser Xûtaya Rojhilatê dewam dikin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Parastina Sivîlan (Kumsipî) ên li Xûtaya Rojhilatê hatin sitandin,firokeyên leşkerî yê rejimê li navçeya Dumayê ciyên sivîlan bombe kirin.
Di êrîşê da 1ê wan zarok bi tevahî 7 kes hatin kuştin.
Parastina Sivîlan diyar kir ku di êrşên rejimê û Rûsyayê da gelek bombeyên fosforê hatin avêtin.
Di êrîşên rejimê û Rûsyayê yên li ser Eyn Terme, Heresta û Erbîna li Xûtaya Rojhilatê da 12 kes hatin kuştin.
Rejima Esed duh êvarê jî bi xaza klorê va êrîşî Dumayê kiribû. Di êrîşê da tu kes di bin tesîra xazê da nemabû lêbelê di êrîşên rejimê û Rûsyayê yên 2 rojên dawîn da li Dumayê 13, li Eyn Termeyê 7, li Herestayê 4, li Erbînê jî sivîlek hatin kuştin.
Koseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê da ji bo ku Xûtaya Rojhilatê û li tevahiyê Sûriyeyê agirbesta însanî were îlankirin biryar dabû. Lêbelê agirbest hatibû binpêkirin û kesî guh nedabû agirbestê.
Piştî biryara KENYê di 27ê sibatê da Rûsyayê îlan kiribû ku her roj di navbera saet 09.00-14.00an (LST, 10.00-15.00) da agirbestê were pêkanîn, rejimê jî li gor vê tev bigere.
Li Xûtaya Rojhilatê ya di kontrola mixalifan da ye kêmzêde 400 hezar kes dijîn û herêm ev 5 sal e di dorpêçê da ye.