Abdullah Tel
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê ragihand ku ew ji bo asayîkirina têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dikarin navbeynkariyê bikin.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Heather Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên li ser referanduma nemeşrû ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bersivand.
Nauretê helwesta welatê xwe bi bîr xist û got ku DYA ji serê ser da dijî referandumê bû û wiha dewam kir: "Ji serê ser da me bi eşkere nîşan da ku em li dijî vê referandumê ne, lewra em wisa difikirin ku ev yek wê bibe sedema bêîstiqrariyê."
Berdevka wezaretê Heather Nauertê destnîşan kir ku him bi Bexdayê û him jî bi Hewlêrê ra gelek hevdîtin kirin û axaftina xwe wiha domand: "Di çend rojên dawîn da wezîr bi hempîşeyê xwe yê herdu aliyan ra jî xeber da. Heke bixwazin DYA ji bo di navbera herdu aliyan da hevdîtin bê kirin, dixwaze bibe alîkar. Lê ez di vê mijarê da eşkere bibêjim bi tenê heke bê xwestin yanî heke ji me alîkarî bê xwestin."