Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
QUDS
Di xutbeya înê ya li Mescida Eqsayê hat xwendin da biryara rêvebiriya Amerîkarê ya li ser Qudsê hat şermezarkirin.
Li bajarê kevnare Qudsa Rojhilat ya ku di bin dagirkeriyê da ye di xutbeya ku ji hêla Şêx Îsmaîl Nawahde va li Mescida Eqsayê hat xwendin da wiha hat gotin: "Di 50 saliya dagirkirina Qudsê da rêvebiriya Amerîkayê guh nade heqê misilman û filistîniyan û vî bajarê pîroz wek paytextê Îsraîlê îlan dike."
Şêx Nawahde diyar kir wê Quds her dem ya ereb û misilmanan bimîne û wiha got: "Em hêvî dikin biryar û bertekên alema Îslamê ya li dijî biryara Amerîkayê di qadê da jî pêk were."
Nawahde bertek nîşanî pêkutiyên Îsraîlê yên dijî Mescida Eqsa û Qudsê da û wiha got: "Quds mifteya şer û aştiyê ye."