Önder Beyter
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
RIYAD
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz hevdîtinên xwe yên li Medîneyê temam kir û vegeriya paytext Riyadê.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Erebistana Siûdî SPAyê, Qral Selman piştî ku li bajarê Medîneyê beşdariya çendîn bername û merasîmên vekirinê kir, vegeriya Riyadê.
Selman li Binkeya Asîmanî ya Qral Selman ya li Riyadê ji aliyê birayê wî û Wezîrê berê yê Parastinê Emîr Mukrîn bîn Abdulazîz, Prensê Welîehd û Wezîrê Parastinê Mihemed bîn Selman, Wezîrê Karên Navxweyî Prens Abdulazîz bîn Siûd bîn Naîf û rayedarên din hat pêşwazîkirin.
Li salona pêşwazîkirinê ligel berpirsên din ên Erebistana Siûdî herwisa bejna Serokwezîrê berê yê Libnanê Saad Herîrî ku hefteya borî li Riyadê îstifaya xwe ragihand, jî xuya kir.