18 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
DOHA
Hat ragihandin Qeterê bi Îngiltereyê re ji bo kirîna 24 balafirên şer ên tîpa wan Typhoone li hev kir.
Wezareta Parastinê ya Qeterê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got Wezîrê Parastinê Xalid el-Atiyye li paytext Dohayê bi Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê Mîcheal Fallon re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê, têkoşîna dijî terorê û hevkariya leşkerî hatin axaftin.
Hat gotin di vê hevdîtinê de ji bilî van mijaran bi Îngiltereyê re ji bo kirîna 24 balafirên şer ên tîpa wan Typhoone ne jî peyman hat îmzekirin.