18 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
BEXDA
Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê (HKI) ji ber ku dijî destûra bingehîn e referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê plan dike ku di 25ê îlonê de bike red kir.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Heyder el-Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê hat dayîn de hat diyarkirin ku Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li Bexdayê bi serokatiya Ebadî civiya.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Konsey ji ber ku dijî destûra bingehîn e referandûma herêma Kurdistanê red kir. Ev her wiha ji bo ewlehiya neteweyî ya welêt û teşekûlên civakî jî tehdît e."
Di daxuyaniyê de peywirên Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê yên wekî parastina yekîtiya axa welêt, helwesta parastina gel û rawestandina teşebûsên ku ewlehiya welêt tehdîd dikin hatin destnîşankirin û hat gotin ku "Konsey her wiha li ser girîngiya şûna ku ewlehiya welêt biavêjin xetereyê pirsgirêkan bi rêya diyaligê çareser bikin jî sekinî."