İbrahim Atmaca
16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê li ser daxuyaniya ku "Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron Donald Trumpê Serokê Amerîkayê qanî kir ku (Amerîka) li Sûriyeyê bimîne" wiha got: "Serok li ser daxwaza xwe ye ku hêzên Amerîkayê di demeke kin da vegerin malê."
Macron beşdarî bernameya taybet a BFMTV û Mediapartê ku zindî hat weşandin bû û gotina wî ya "Trumpê Serokê Amerîkayê gotibû ku wê eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Me Amerîkayî qanî kir ku li Sûriyeyê bimînin." li Washîngtonê bû sedema nîqaşan.
Berdevka Qesra Spî Sandersê daxuyanî da û wiha got: "Mebesta Amerîkayê (ya li Sûriyeyê) neguherî. Serok li ser daxwaza xwe ye ku hêzên Amerîkayê di demeke kin da vegerin malê. Ji bo ku DEAŞ bi temamî ji holê rabe û paşve venegere, em biryardar in şert û mercan çêkin."