Muhammet Kurşun
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Pêvajoya dengdanê ji bo eferandûma Serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ji seet 7an pê ve bidawî bû.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ji bo Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, ragihand ku pêvajoya dengdanê ji bo referandûmê di seet 7an de bidawî hatiye.
Li Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî 5 milyon welatiyan li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û navçeyên Selaheddîn, Diyala û Mûsilê çûn ser sindoqan û ji bo referandûma serxwebûnê deng dan.
Li gor rêjeyan li Hewlêrê 1 milyon û 118 hezar, li Silêmaniyê 1 milyon û 300 hezar, li Duhokê 772 hezar, li Helebceyê 90 hezar, li Kerkûkê 889 hezar, li Nînowayê 750 hezar û li deverên din ên binîqaş jî nêzîkî 800 hezar welatî û li welatên derve jî 150 hezar kesî deng da.
Li gor Komîsyona Serbixwe ya Bilind ji bo Hilbijartinê li Silêmaniyê 467 binke û 2 hezar û 700 wêstgehên dengdanê hatin danîn.
Li Hewlêrê 498 binke û 2 hezar û 494 wêstgehên dengdanê, li Duhokê jî 256 binke û hezar û 575 wêstgehên dengdanê, li Kerkûkê 244 û li Diyalayê jî 244 binke hene. Li Helebceyê 90 hezar dengdêr li ser 27 binkeyan dabeş bûne.
Referandûm li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Tûzxurmatûya Selaheddînê, Xaneqîn, Celewla û Sadiyeya Diyalayê, Şengal (digel Rabîa, Sinûn, Zumar) Başîk, Mexmûr, Guwêr û Tilkêfa Mûsilê jî birêve çû.