16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "PYD û YPG rêxistinên terorê ne, dîrok dê ew kesên ku dibin wesîle ku rêxistinên terorê wiha sazî bin efû neke"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi Mansûr Hadiyê Serokomarê Yêmenê re civîna çapemeniyê ya hevpar kir.
Erdogan li ser pirsa "Bi operasyona ku Tirkiyeyê li aliyê din ê sînorê Sûriyeyê bir ser YPGyê gihaştin armancê yan na?" got ku "Niha operasyonên Rûsyayê yên li Sûriyeyê yên bi rejima Esed re yên bêrehmane gelê sivîl dikuje berdewam dikin. Hedefa van êrîşên ku bêrehmane dibin ser gelê sivîl ew e ku wir ji bo PYDyê çarçoveyek derxînin."
- "Pêşî bila durist tevbigerin"
Erdogan got "Ez ji vir bi taybetî bangî dostên me yên rojavayî dikim" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"PYD û YPG rêxistinên terorê ne, dîrok dê ew kesên ku dibin wesîle ku rêxistinên terorê wiha sazî bin efû neke. Ew ên ku PKKya rêxistina terorê wiha qebûl dikin divê vê bizanin ku PYD û YPG jî ev jî rêxistinên terorê ne, bila tu kes hewl nede ku van bikêşe cihên din. Me di wextê de jixwe hemû belge dan van. Digel ku me belge dan hê jî mixabin ku li Sûriye û Iraqê heman lîstikê dilîzin. DAEŞ ji bo me çawa ku rêxistineke terorê ye PYD jî wisa rêxistineke terorê ye, YPG jî rêxistineke wisa ye, di heman demê de DHKP-C jî rêxistineke wisa ye. Em dijî van bi hêzên koalîsyonê re di nav hereketekî de ne lê mixabin ku hêzên koalîsyonê jî niha bi hin pêngavên ku diavêjin wek mînak telefon vedikin, li ser telefonê dijî êrîşên ser welatê me bi destê hêzên me yên çekdarî avêtina topan ku ev tetbîqkirina prensîbên angajmanê ye. Radibin û ji bo vê dibêjin 'Lêxistina kurdên Sûriyeyê" bila ew kesên wiha dibêjin pêşî durist bin, ez wan vedixwînim duristiyê, durist tevnagerin."
- Bangî civaka navneteweyî kir
Serokomar Erdogan bangî hemû saziyên navneteweyî kir ku hember drama ku diqewime bêdeng nemînin û got ku "Diaya me û hêviya me ew e ku Yêmena birayê me di demek kurt de bigihêje aştî, aramî û îstiqrara ku heq dike."
Erdogan wiha axivî:
"Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka siyasî ya li Yêmenê berdewam dikin, ji binî çareserkirina pirsgirêkan tenê bi diyaloga siyasî û mûtabaqata li ser bingeha rêzgirtina meqamên dewletê yên meşrû mimkûn e. Di vê çarçoveyê de tetbîqkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi nimreya 2216 gelekî girîng e."