17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Beşşar Caferî diyar kir ku ji bilî DYA û Rûsyayê ew jî piştgiriyê didin YPGya hêza çekdar a PYDya ku baskê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye.
Caferî piştî ku ji Konseya Ewlehiyê ya NYê derket daxuyanî da rojnamegeran û der heqê îtifaq û hevsengiyên Sûriyeyê de agahî parve kirin û got: "Ev koma ku rêveberiya DYAyê li pişt e di heman demê de ji hikûmeta Sûriyeyê piştgiriyê didê."
Di axaftina xwe de Caferî qesta PYDê kir û got ku rêveberiya DYAyê piştgiriyê dide komeke kurd a li Sûriyeyê û Tirkiye jî dixwaze Washingtonê ji wê tevgerê dûr bixe û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de dibe ku berjewendî ne wekhev bin. Di vê navberê de ev koma kurd a ku rêveberiya DYAyê piştgiriyê didê di heman demê de hikûmeta Sûriyeyê jî piştgiriyê dide wê komê. Ji ber vê jî li bakurê Sûriyeyê ew serfiraziyên ku tên bidestxistin ji bo gelê Sûriyeyê serfiraziyên hevkar ên artêşa Sûriyeyê û komên kurda ne. Herkes ji piştgiriya eşkere ya artêşa Sûriyeyê rasterast îstifade dike."
Ev daxuyaniya Caferî jî şirîkatiya di navbera rejim û PYDê de radixe pêş merivan.