QAHÎRE
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek "rêxistineke li dijî şoreşê" wesifand.
Di daxuyaniya nivîskî ya SMDKyê de hat destnîşankirin ku PYD û şaxa wê ya çekdariyê Yekîtiya Parastina Gel (YPG) piştgiriyê didin rejîma Esed û di nav rêxistina ku li dijî "Şoreşa Sûriyê" de cî digirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bakurê Sûriyeyê damezrandina birêvebiriya sivîl a berwext a bi destê PYDê nîşaneya dabeşiyê ye. Hat ragihandin ku ew rêxistina ku behsa wê tê kirin li hember bidestxistina armancên gelê Sûriyeyê yê ku ji bo damezrandina Sûriyeke ji despotiyê rizgar bûye, unîter û serbixwe ye têdikoşe astengek e.
Di daxuyaniyê de sedemên wesifandina PYDê ya wek "rêxistineke li dijî şoreşê" wiha hat rêzkirin: "PYD di bin bandor û xizmeta hêzên biyanî de ye. Daxwaz dike ku di nav dewleta Sûriyeyê de dewleteke nû ava bike û bi rêya şaxa xwe ya çekdariyê tehdeyê dike. Di mehên borî de azadiya welatiyên ereb û kurd sînor kir û li hember sivîlan serî li zorê xist. Bi yekîneyên AASê û tûgayan re şer dike û qeyranên ku dê van yekîneyan belav bike derdixe. Şaxa wê ya çekdariyê li gelek eniyan şerê bi rejîmê re rawestand û hewld dide ku li herêmên rizgarbûyî hêz û kontrola xwe bi cih bike."
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim destnîşan kiribû ku parlementoya ku li bakurê Sûriyeyê tê avakirin, îlankirina birêveberiyeke berwext nîne, lê gava wê ya ewilîn e.