22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
Hîndekarê Zanîngeha Selahadînê Doç. Dr. Ridwan Badinî diyar kir ku PYD nûnerê hemû kurdên Sûriyeyê nîne.
Badiniyê ku ji kurdên Sûriyeyê ye û wek endamê mixalifan beşdarî Cenewre-2yê bû der heqê polîtîkayên PYDê, êrîşên Rûsyayê yên li Sûriyeyê, wezifedarkirina pêşmergeyan a li hemberî DAEŞê ya li Sûriyeyê û pêvajoya çareseriyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û fikr û ramanên xwe parve kir.
- "PYD yên ku alî wî nînin qebûl nake"
Doç. Dr. Ridwan Badinî destnîşan kir ku PYD li bakurê Sûriyeyê polîtîkayeke "yekparêz û tundiyê" dimeşîne û ji bilî xwe tu hêzeke din qebûl nake û wiha pê de çû: "PYDê bi siyaset û polîtîkayên xwe ve nehişt kesên din li wê derê bisitirin û destûr neda. PYD hemû kurdên Sûriyeyê temsîl nake. Di nav kurdan de dikaribû ku siyaseteke nerm û erênî bimeşîne. Lê nekir."
Badinî tevgera PYDê ya li hemberî pêşmergeyan rexne kir, îdia kir ku PYD kesên emrê wan nebûye 18 salî û hê jî zarok in bi darê zorê perwerde kir û ji bo şer bikin jî derxist hemberî DAEŞê û wiha domand: "Lê ew PYD ji bo ku pêşmerge derbasî Rojavayê Sûriyeyê bibin destûr neda. Lê pêşmerge li herêma Kurdistanê hatin perwerdekirin û li dijî DAEŞê şer jî kirin."
Tevgera Tirkiyeyê ya li hemberî PYDê jî di axaftinê de cih girtin û Badinî bal kişand ser têkiliyên di navbera PKK û PYDê de û wiha dewam kir: "Li Rojava heke di şûna PYDê de PDK hebûya wê berteka Tirkiyeyê pir cihê bûya. Lê PYD bi PKKê re girêdayî ye û vê rêxistinê jî li hemberî Tirkiyeyê çek hildaye."
Badinî ragihand ku di destpêka pêvajoyê de heke hemû kurdên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re têkilî danîna pirsgirêk evqas tevlihev nedibû û wiha pê de çû: "Weke ku li Sûriyeyê PYD nûnerê hemû kurdan be û li Tirkiyeyê jî PKK nûnerê hemû kurdan be tê zanîn. Lê ev xeletiyeke mezin e. Ez wisa difikirim ku divê Tirkiye li Sûriyeyê ji bilî PYDê bi kurdên din re têkilî deyne û ji ser wan pêvajoyekê bide destpêkirin. Lazim e rêyeke nû bê dîtin û mafên kurdên li Sûriyeyê ji ser wê rêyê bê parastin. Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê û Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyeyê mînak in."
Badinî got ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed li welatê xwe ji 300 hezarî zêdetir kes kuşt û bû sedema koçkirina 5-6 milyon welatiyan û wiha pê de çû: "Esed li çar aliyê dinyayê bû nûnerê dîktatorî, tîranî û xwînrijandinê. Êdî nikare rêyeke aştiyane bişopîne. Lê mixabin niha çareseriya qeyrana Sûriyeyê bi wî ve girêdane. Hemû dinya ji ber vê pirsgirêkê êdî ret bûye."
- "Bi pêvajoya çareseriyê ve kurd bi fermî hatin naskirin"
Hîndekarê Zanîngeha Selahadînê Doç. Dr. Badinî diyar kir ku ew pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê kir ji bo wan jî pir girîng bû û wiha dewam kir: "Ji ber ku pêvajoya çareseriyê sekinî dilê me jî êşiya. Hin hêzên ku xêra tirk û kurdan naxwazin nehiştin ev pêvajo bimeşe û bûn sedema tundiyê.
Bi saya serê pêvajoya çareseriyê qedexe rabûn. Kurdî bû zimanê hilbijarî. Di zanîngehan de beşên kurdî vebûn. TRT Kurdî vebû. Wek ku hûn jî dibînin ez niha ji Anadolu Agencyê re bi kurdî xeber didim."
Badinî got ku gelê tirk û kurd bi salan e di nav hev de dijîn û têkiliyên ku bi qasî 500 salî di navbera mîrekên kurd û padîşahên Osmanî de pêk hatin mînak nîşan da.