Muhammet Kurşun
09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ANKARA
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, ragihand ku rêxistina terorî PKKyê ew DEAŞiyên ku destê wan di revandina keç û jinên êzidî de heye anîne Şengalê.
Xelîl, di daxuyaniya xwe ya malpera PDKyê de diyar kir ku ew erebên PKKyê anîne Şengalê terorîstên DEAŞê ne û destê wan di qetlîama êzidiyan de heye.
Qeymeqamê Şengalê li ser çalakî û çûnûhatinên PKKyê yên dawîn li Şengalê wiha agahî dan:
"PKK dixwaze bi arîkariya Malikî û Îranê fitneyê li herêmê derxîne. Ew erebên ji dorûbera Qamişlo û Hesekeyê anîne Şengalê ew ereb in ku destê wan di revandina kêçên êzidî de heye. Anîne ku li dijî me çalakiyan bikin. Lê xelkê me jî dizane û fêm kiriye ku ew ji bo fitneyê li wê derê ne. Hemû êzidî wan red dikin."
Digel rexneyên li ser polîtika PKKyê der barê êzidiyan de jî Xelîl wiha nirxandin kir:
"Êzidî dizanin ku PKK xizmeta wan nake. Hemû alî bi plana fitnegêriya PKKyê hesiyane. Ew dizanin PKK hemû tiştî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên teng dike. Tu eleqeya wan bi xizmeta êzidiyan ve tuneye."