Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Dinya

PKK wek DEAŞê li Şengalê tunelan vedide

Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl:"Em careke wek îdareya Şengalê û kurdên êzidî daxwaza xwe digihînin aliyên têkildar, hikûmeta Herêma Kurdistanê û faktorên derekî: berê xwe bidin Şengalê û me ji PKKê rizgar bikin"
01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
PKK wek DEAŞê li Şengalê tunelan vedide
Dahuk

ŞENGAL

Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, ragihand ku rêxistina terorî PKKyê li Şengala navçeya Mûsilê wek DEAŞê dest bi vedana tunêlan kiriye û her ku diçe hêza xwe li herêmê zêdetir dike.

Xelîl, di daxuyaniya ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê de mewcûdiyeta PKKyê li herêmê, naveroka dîdarên digel şandeyên emrîkî û avakirina Şengalê nirxandin.

- "Çekdarên PKKyê mewziyên xwe bihêztir kirine"

Der barê hevdîtinên digel şandeyên emrîkî de Xelîl wiha got:

"Emrîkayê soz daye kurdên êzidî û îdareya Şengalê ku dê zextê li ser PKKyê çêbikin ku Şengalê terk bikin. Di meseleya ku Şengal ne cihê PKKyê ye piştgiriya me dikin. Lê heta niha derketinê li aliyekî bihêle jimara çekdarên xwe zêde kirine. PKKyê çekdarên xwe li deverên ku di bin desthilata wê de ne belav kirine."

Xelîl destnîşan kir ku PKK naxwaze Şengalê vala bike û wiha agahî dan:

"Çekdarên PKKyê heyamek e mewziyên xwe bihêztir kirine, binge û baregehên xwe jî zêde kirine. Ev hewldanên wê jî nîşan didin ku niyeteke wek derketinê tuneye. PKK naxwaze Şengalê terk bike."

- "Me ji PKKyê rizgar bikin."

Xelîl, bangewaziya raya giştî ya navneteweyî, neteweyên yekbûyî, Emrîka, hêza koalîsyonê û aliyên berpis kir: "Em careke wek îdareya Şengalê û kurdên êzidî daxwaza xwe digihînin aliyên têkildar, hikûmeta Herêma Kurdistanê û faktorên derekî: berê xwe bidin Şengalê û me ji PKKê rizgar bikin."

Qeymeqamê Şengalê der barê çalakiyên PKKyê li ser Çiyayê Şengalê jî wiha nirxandin kir: "Li çend deverên Şengalê, bi taybetî li ser Çiyayê Şengalê, çekdarên PKKyê wek terorîstên DEAŞê dest bi kolana tunêlan kirine. PKK, ji bo cihê xwe saxlem bike û parastina xwe baş bike van tunêlan vedide. Lewra ji haletê şer ditirsin ku li pêşiya wan e. Herwiha bi vê yekê dixwazin zilma ku li hemberî welatiyan dikin jî veşêrin."

- "Em vedana van tunêlan wek tiştekî asayî nabînin"

Xelîl, raya xwe ya der barê armanca van tunêlan jî wiha anî ziman: "Em vedana van tunêlan wek tiştekî asayî nabînin. Dê ji bo armancên xwe yên xeternak û taybet ên xwe bi kar bînin."

Xelîl, bibîr xist ku heta çekdarên PKKyê binke û baregehên xwe li Şengalê zêdetir bikin vegera penaberan jî dê kêmtir bibe û pê de çû:

"Lewra penaber ditirsin ku ji aliyê PKKyê ve bên revandin. Ditirsin ku bi zorê bên revandin, bibin çekdar û li Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê ji bo armancên xwe bi kar bînin. Ev jî cihê tirsa kurdên êzidî ye û loma jî venagerin malên xwe. Em dixwazin PKK li vî sînorî bi yekcarê nemîne."

- Konferansa avakirina Şengalê

Xelîl der barê 2emîn Konferansa Avakirina Şengalê de jî wiha agahî dan:

"Bi beşdariya Wezîrê Navxweyî, Lijneya Avakirina Şengalê û berpirsên din konferansa avakirina Şengalê li Dihokê dê çêkin. Lê berî avakirinê xala herî muhîm ew e ku PKK herê vala bike. Eger na tu plan ser nagire. Lewra yek ji wan rêgiriyên sereke li ber avakirina Şengalê mewcûdiyeta çekdarên PKKyê ye. Bi dehan rêxistinên navneteweyî bi sedan projeyên cuda cuda amade kirine ku xizmeta welatiyên Şengalê were kirin. Lê heta niha ji tirsa PKKyê yek ji van projeyan jî neketiye rewacê."

related_topics:
tunelŞengalPKKMehma Xelîl
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Li dijî rojnameya Îranê ya ku heqaretî sehabeyan kir bertek

Li dijî rojnameya Îranê ya ku heqaretî sehabeyan kir bertek

Nûçeya paşê

"Îran welatiyên Iraqê dike bengiyê hişbirê"

"Îran welatiyên Iraqê dike bengiyê hişbirê"

NÛÇEYÊN DAWÎ

Li Diyarbekirê minîbês welgeriya 7 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn

Rêveberên Amed Sportîf Faaliyetlerê û yên Erzurumspor FKyê bi hev ra şîv xwarin

Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: "Dê herêmeke dîsa bihêz û bêteror bê avakirin"

Li Gola Masiyan qerebalixiya ziyaretvanan heye

Îranê ragihand 3 pîlotên wan ji aliyê Qeterê va dîl hatine girtin

Li Erziromê "Festîvala Rêya Çandê ya Tirkiyeyê" dest pê kir

Li Manîsayê di şewata li tesîsa tijîkirina oksîjenê da 2 kes mirin, 2 kes birîndar bûn

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

'PKKê bi Esed û Îranê re tifaq kir'

'PKKê bi Esed û Îranê re tifaq kir'

Di êrîşa terorê de 2 polês birîndar bûn

Di êrîşa terorê de 2 polês birîndar bûn

PKKê di nava du salên dawîn de 316 zarok revandine çiyê

PKKê di nava du salên dawîn de 316 zarok revandine çiyê

ÎHDyê bangî PKKyê kir: "Çalakiyan biqedînin"

ÎHDyê bangî PKKyê kir: "Çalakiyan biqedînin"

PKKyê derbeyeke mezin xwar

PKKyê derbeyeke mezin xwar

Li Qersê eskerek cangorî bû

Li Qersê eskerek cangorî bû

HDP-PKK-KCKya ku bûn sedema rawestandina pêvajoya aştiyê

HDP-PKK-KCKya ku bûn sedema rawestandina pêvajoya aştiyê

Ji bo terorîstan hîmayeya YEyê

Ji bo terorîstan hîmayeya YEyê

Li Liceyê êrîşê polês û cendirmeyê kirin

Li Liceyê êrîşê polês û cendirmeyê kirin

"Birayên me yên kurd zirarê dibînin"

"Birayên me yên kurd zirarê dibînin"