24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ANKARA
Rêxistina terorê PKK/PYD, li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê li gundên navçeya Efrîna ku di kontrola wê da ye, ji her malbatê an mêrekî an jî jinekî bi zorê dibe şer.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, hêzên PKK/PYDyê li Efrînê ji bo ku hejmara milîtanên alaya ku çendek berê ava kir û navê "xweparastin" lê kir zêde bike, li gundên bajarokê Raco yê ser navçeyê, ciwanan bi zorê çekdar dike.
PKK/PYD, di serî da gundê Cala, ji her malê çi jin çi mêr herî kêm sivîlekî bi zorê dibe.
Beşek ji niştecihên gundên navborî seba ku nekevin destê rêxistinê, xwe dispêrin çiyayên derdûrê, beşek jê jî li herêmên ku ewletir dibînin, xwe vedişêrin.
Rêxistin ji bo ciwanên ku revîne, vegerin û tevlî alaya "xweparastin"ê bibin, bi dehan bavên ku 60ê xwe nibihurîne, wekî rehîn digire.
Hat destnîşankirin ku xelq ji ev celeb miemeleyên rêxistinê aciz in û bona siberoja zarokên xwe bifikar in.
Ji hêla din hat ragihandin ku milîtanên PKK/PYDyê, pêrê li Dirbêsiya navçeya parêzgeha Hesekeyê bi ser bazarekî da girtin û seba çekdarkirinê, bi zorê herî kêm 15 ciwan desteser kirin.