09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Serokê Meclisa Navçeya Şengalê Weyîs Newaf got ku ji ber hebûna PKKya rêxistina terorê ya li herêmê ji sedî 75ê koçberên Êzdî nikarin vegerine ser axa xwe.
Serok Newaf li ser mijarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi xwe jî mexdûr e û ev demeke dirêj e li Duhokê dijî û wiha axivî:
"Ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an gelek Êzdiyan ji herêmê koç kir. Heman Êzdî niha jî ji ber PKKya rêxistina terorê neşên vegerên malên xwe. Ji ber hebûna PKKyê ya li herêmê ji sedî 75 koçberên Êzdî hê venegeriyane. Ev însan hê li kampên ku li derdûrorê Duhokê dijîn. PKK bi tenê zirarê dide me."
- "PKK li herêmê xeracê distîne û xortan bi zorê dike milîtan"
Newaf got ku par hin malbat vegeriyan Şengalê û ew jî rastî zordarî û zextên PKKyê hatin û wiha dewam kir:
"PKK li herêmê ji gel xeracê distîne û xortan bi zorê dike milîtan. Nahêlin xebatên îmarê jî dest pê bikin. Niha bi sedan şirket ji bo jinûavakirina navçeyê amade ne. Lê mixabin ji ber hebûna PKKê nikarin bikevine navçeyê û xebatkarên xwe jî naşînin."
- Hebûna PKKyê ya li Iraqê
PKKyê di salên 1980yî da kampên xwe yên eskerî yên li Sûriye û Libnanê ava kiribû biribû herêma Qendîlê ya di navbera sînorê Îran-Iraqê da cih digire.
Serokê jitextdaxistî Sedam Huseyin piştî ku êrîşên xwe yên li ser partiyên Kurd ên Iraqê zêde kir ev yek bi kêrî PKKyê hat û li ser xeta sînor ji wan ra derî vebû.
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di salên 1990î da li hemberî PKKyê şerê çekdarî dan destpêkirin da ku wê ji herêmê derxin.
PKKyê êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya di Tebaxa 2014an da ya dijî Êzdiyan ji xwe ra kir hincet û li herêmê bi cih bû û polîtîkaya belavbûnê meşand.
Digel li hember derketina Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê PKK kar û xebatên xwe him li Şengalê û him jî li Qendîlê birêva dibe û hebûna xwe ya li herdu cihan jî didomîne.