05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ANKARA
Rojnameya Ozgur Polîtîkayê ya ku li Neu Isenburga bajarê Almanyayê weşanê dike û nêzî PKK-KCKya rêxistina terorê ye ji bo HDPyê rayan dixwaze.
Dewleta Almanyayê ev demek e ji AK Partî û gelek partiyên siyasî re astengiyan derdixe û li welêt nahêle fealiyetên siyasî bikin. Ji aliyên din ve bona fealiyetên weşanên PKK-KCKya rêxistina terorê dengê xwe dernaxe û destûrê dide.
Di vê çarçoveyê Ozgur Polîtîkaya bi rêvebirên rêxistinê tê re roportajan çêdike û ji bona HDPyê rayan dixwaze.
Rojnameyê bi Mustafa Karasuyê endamê rêveberiya KCKê re roportajek çêkiribû û Îtifaqa Cumhur hedef nîşan dabû. Karasu di roportajê de wiha gotibû: "AKP-MHP bi vê îtifaqê dixwazin neyartiya Kurdan bikin. Meneya vê îtifaqê jî ew e li dijî Kurdên ku azadiyê, demokrasiyê dixwazin şer bikin."
Di nûçeyeke rojnameyê de jî sernav wiha ye: "Fransayê hedef 50 hezar ray e." Di vê nûçeyê de hat îdiakirin hilbijêrên Kurd ji CHPê dûr ketine û wê rayên xwe bidin HDPyê.
Rojnameyê herî dawî ligel Hulya Orana ku navê wê yê kod "Besê Hozat" e roportajek çêkir. Besê Hozatê di roportaja xwe de got divê hemû 'hêzên demokrasiyê' rayên xwe bidine HDPyê. Hozatê îdia kir eger hilbijartinê Îtifaqa Cumhur qezenc bike wê li welêt şerê navxweyî derkeve.
Rojnameya Ozgur Polîtîkayê bi gelek nivîsî û roportajên xwe ve ji bona HDPyê raya dixwaze. Rojname weşana xwe bi zimanê Tirk, Almanî û Kurdî dike.