Önder Beyter
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
ANKARA
Rojnameya Îngiliz Independentê diyar kir, rêxistina terorê YPG/PKK ku navê HDS bi kar tîne, ji bo ku ji alîkariya navneteweyî nebe, bi DEAŞê ra bi rastî şer nake.
Rojnameyê di nûçeya xwe da wiha got, "HDSya ku Amerîka piştgiriya wê dike, bi wê yekê tê tawanbarkirin ku ji bo ku ji alîkariya navneteweyî nebe, bi DEAŞê ra bi rastî şer nake."
Di nûçeyê da wiha hat îdiakirin, "DEAŞa ku dihat texmînkirin bi temamî têk çûye, ji rewşa li Sûriyeyê sûd wergirt, xwe xurt kir û vegeriya. Meha çûyî li paş 4 êrîşên bibombe yên li Reqayê DEAŞ heye."
Di nûçeyê da herwiha hat diyarkirin ku DEAŞê li ser sînorê Sûriye-Iraqê bajarokên wekî Suweydan û Qezmûr kirin bin kontrola xwe.
Di nûçeyê da herwisa tê diyarkirin ku li gorî texmînan, li Sûriye û Iraqê hê jî 8 an 10 hezar endamên DEAŞê hene.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku li gorî hin agahiyên ku hatin bîterkirin, Hudhayfah el-Badriyê kurê lîderê DEAŞê Ebûbekir el-Bexdadî di êrîşên hêzên Rûsya û Sûriyeyê da hat kuştin. Li gorî heman agahiyan, Bexdadî hê jî sax e û milîtanên DEAŞê li ciyên ku jê vekişiyabûn, cardin vegeriyan û kozik û çeperên xwe danîn.
Fermandarê Sûriyeyî ê mixalif Samî Ebdullah Ebdo ji rojnameyê ra axivî û wiha got, "Welatên rojava timî ji me ra behsa wê yekê kirin ku DEAŞ çawa hat têkbirin. Lêbelê em li qadê ne û em bi çavê serê xwe dibînin ku rewş ne wisa ye. Niha DEAŞ dîsa li vê derê ye û hêza xwe zêde dike."