Burak Dağ
30 Adar 2026•Rojanekirin: 31 Adar 2026
Piştî bersivdayîna Îranê ku di ber êrîşên Amerîka-Îsraîlê da ye, li başûrê Îsraîlê sîrenan lê da.
Artêşa Îsraîlê ragihand, piştî ku hat tesbîtkirin ji Îranê fuze hatin agirkirin, pergalên parastina asîmanî ketin dewrê ku pêşiyê li fuzeyên navborî bigire.
Di nûçeya rojnameya Yedioth Ahronotê da hat diyarkirin, li bajarê Dîmonayê û li herêma Çola Necefê yên li başûrê Îsraîlê sîrenan lê da.
Hat îdiakirin, pergalên parastina asîmanî yên Îsraîlê fuzeyên Îranê berteref kirin.
Stêrka Sor a Dawid a servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê jî ragihand ku wan, îxbara îsabet û birîndarbûnê wernegirt.