Faruk Hanedar
09 Adar 2026•Rojanekirin: 10 Adar 2026
Piştî bersiva bi fuzeyan a Îrana di ber êrîşên hevbeş ên Amerîka-Îsraîlê da ye, Tel Avîv di serî da li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lê da.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku ji Îranê ber bi Îsraîlê fuze hatin agirkirin û pergalên parastina asîmanî hewl didin fuzeyan daxînin.
Piştî bersiva Îranê ya bi fuzeyan, ewil li bakurê Îsraîlê û bi dû ra jî li devera Qudsê û herêma navîn a Îsraîlê ku paytext Tel Avîv jî lê ye, sîrenan lê da.
Peyamnêrê AAyê yê li herêmê ragihand, pergalên parastina asîmanî yên Îsraîlê midaxeleyî fuzeyên ji Îranê tên dikin û ji esmanê Tel Avîvê dengê teqînan tê bihîstin.