Arez Ebdullahê Serokê Komîsyona Xaza Siruştî û Neftê yê Parlementoya Iraqê got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê aliyê sêyem bikeve dewrê û navbeynkariyê bike.
Ebdullahê ku di heman demê de parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Iraqê ye ji nûçegihanê AAyê re daxuyand: "Hewlêr jî Bexda jî dibêjin ku ew girêdayî peymanê ne. Lê belê carinan pirsgirêk çêdibin û hincetên maqûl ên her du aliyan jî hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi qanûnan heye. Herwiha divê aliyê sêyem bikeve dewrê û navbeynkariyê bike. Aliyê sêyem jî divê an Dadgeha Federal a Iraqê be an jî dê peymaneke nû bê çêkirin be."
Ebdullah got ku heke hikûmeta navendî ya Iraqê para herêma Kurdistanê ya ji budçeyê bişîne dê pirsgirêk çareser bibe û destnîşan kir ku ev gav dê ji bo Hewlêrê bibe gaveke teşwîqbûn û pêbaweriyê.
- Herêma Kurdistanê nefta ku dişîne kêm kir
Endamê Komîsyona Xaza Siruştî û Neftê yê Parlementoya Iraqê yê Kurd Kawa Mihemed jî destnîşan kir ku Hewlêr jî hemû nefta xwe ya ku îxrac dike teslîmî Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) nake û wiha dewam kir: "Ji ber ku hikûmeta Iraqê para herêma Kurdistanê ya ji budçeyê kêm şand, Kurdistanê jî bi serê xwe dest bi firotina neftê kir. Herwiha herêma Kurdistanê jî di rêya azadiya aboriya xwe de gaveke berbiçav avêt û hemû nefta ku îxrac dike radestî SOMOyê nekir."
Mihemed got: "Rêvebiriya Hewlêrê, di meha hezîranê de têne nefta 12 rojan teslîmî SOMOyê kir. Herêma Kurdistanê herî zêde nefta Kerkûkê îxrac kir. Hewlêrê ji bilî 12 rojan neft neda SOMOyê."
Mihemed got ku aliyê ku li gor peymanê tevnagere Bexda ye û wiha xeberda: "
Hikûmeta Iraqê di meha nîsan û gulanê de para herêma Kurdistanê ya ji bitçeyê tam neşand. Divê zêdetir pere ji herêma Kurdistanê re bişandana. Lewra mîqdara neftê ya ku hatibû diyarkirin neşand û li gor peymanê tevnegeriya."
Di navbera Hewlêr û Bexdayê da 2yê çileya pêşîn a 2014an da peyman hatibû mohrkirin û li gor peymanê rêvebiriya Kurdistanê wê di kontrola SOMOyê da rojê 550 warîl neft îxracî Tirkiyeyê bike. Hikûmeta navendî jî wê ji budçeya sala 2015an para rêvebiriya Kurdistanê bê kêmasî bişanda. Lê Bexda bi hinceta ku pere tuneye, heta niha para Kurdistanê an kêm an jî dereng şand.