Ji Gazîantebê gelek personel, tank, pergalên parastina hewayî û wesaîtên cengê yên bi zirx ên ku hatin şandin li sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin.
Li herêma ku sînorê Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re heye ji ber êrîşa DAEŞê ya ser Azeza bajarê Helebê, şer û pevçûnên li wê derê didomin, tewdîrên ewlehiyê yên ser xeta sînor zêde bûn.
Yekîneyên girêdayî Fermandariya Lîwaya Bizirx a 5an ku berpirsyarê parastina xeta sînorê Gazîantep-Kilîsê ye nahêle li ser sînorê 190 kîlometreyî çivîk bifire.
Ji bilî hêzên mewcûd ji Gazîantebê gelek personel, tank, pergalên parastina hewayî û wesaîtên cengê yên bizirx ên hatin şandin jî li derdora qereqolên sînor a Dag û Çobanbeyê ya ser Elbeyliya navçeya Kilîsê hatin bicihkirin.