Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Misirê li Qahîreyê avêtin ser malekê û di navê de parlementerekî berê 9 endamên Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) hatin kuştin.
Li gorî îdiaya çavkaniyên emniyetê, hêzên ewlekariyê tespît kirin ku li herêma 6ê Cotmehê ya Qahîreyê li malekê "hin kesên ku polês li wan digere" hene. Dema serdeavêtina malê de "ji hundir gule agir kirin". Hêzên ewlekariyê jî bersiv dan û di pevçûnê de 9 endamên Îxwanê mirin. Hat destnîşankirin ku di nava kuştiyan de parlementerê kevn Nasir el-Xafî jî heye.
Çavkaniyên Îxwanê jî îdiaya ku kesên navborî gule agirkirin, qebûl nekirin û gotin ku derew e û wiha diyar kirin: "Endamên ku polês ji ber sedemên pûç û beredayî li wan digeriyan bêçek bûn."
Hin çavkaniyên din ên Îxwanê jî destnîşan kirin ku kesên ku hatin kuştin emrê wan ji ser 60î re ye.