Ahmet Dursun
03 Nîsan 2026•Rojanekirin: 04 Nîsan 2026
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku tehdîdên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yên wekî 'Em ê Îranê bişînin serdema kevir' tê meneya 'sêcekî şer ya berfireh.'
Pezeşkiyan di peyama xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî Xê da bersiva tehdîdên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên wekî em ê binesaziya Îranê hedef bigirin û 'Îranê bişînin serdema kevir' da.
Pezeşkiyan pirsa 'Neteweyek tev da hat tehdîdkirin û hat gotin ku dê wan bişînin Serdema Kevir, gelo ev ji sûcekî mezin ê şer pê va tê çi meneyê?" kir û got ku "Min ev pirs ji hemtayê xwe yê Fînî (Serokomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb) ku ew hiqûqnasek e pirsî. Dîrok bi kesên ku hember sêcdaran bêdeng dimînin û berdelê vê yekê giran didin, tijî ye."
Serokê Amerîkayê Trump di axaftina xwe ya bangewaziya gel a pêr da gotibû ku "Em ê di nav 2 yan jî 3 hefteyên pêş me da bi awayekî gelekî tund lê (li Îranê) bixin. Em ê wan bişînin cihê ku aîdê wir in, em ê wan bişînin Serdema Kevir."