Berfin Sidar Aşit
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Bidlîsê xebatên çêkirina qadeke nû ya mesîreyê û rêya meşê berdewam in.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, xebat hat destpêkirin ku qadên jiyana sosyal ji bo welatiyan bên çêkirin ku welatî di nava xwezayê da wextê xwe derbas bikin û ji xwe ra bimeşin.
Di vê çarçoveyê da li Parqa Mevlanayê xebatên çêkirina qada mesîreyê ya nû û rêya meşê berdewam in.
Piştî kutabûna xebatan, qadeke jiyana modern dê ji xizmeta welatiyan ra bê pêşkêşkirinn.