Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê li Bexdayê Îrem Mescidi li Hewlêrê civiyan.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî û Mescidî, şerê li dijî DEAŞê, geşedanên li herêmê, problemên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareseriya wan nirxandin.
Di civînê de Balyozê Îranê Mescidî ji bo hatina Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe anî ziman û behsa têkiliyên kevn ên herdu ailiyan kir. Mescidî got dixwazin di hemû waran de têkiliyên xwe xurttir bikin.
Mescidî bal kişand ser wê yekê ku Îran di rojên teng de hevkara Herêma Kurdistanê bûye û niha jî hewl dide rêya diyalog û guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çalak bike da ku problem çareser bibin.
Barzanî jî arîkariyên Îranê yên di rojên teng de bilind nirxand û ji bo karûbarê Balyozê nû amadehiya xwe nîşan da.
Ji bo problemên navbera Hewlêr û Bexdayê jî Barzanî got pêwîstî bi diyalogeke ciddî heye û Îran dikare roleke erênî bilîze.