Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
BERLÎN
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker, got piştî hewla derbeya têkçûyî ya FETO jî destê Ewropayê bo Tirkiyê dirêjkirî ye.
Juncker, ji bo rojnameya "Bild am Sonntag"ê meqaleyek nivîsand û diyar kir ku dîmenên sivîlên birîndar û parlamentoya rastî êrişê hat li ser wî tesîreke mezin kirine.
Juncker anî ziman ku ew li dijî vê derbeyê li cem Tirkiyê ne û Ewropa dixwaze demokrasî biîstiqrar û aborî serkeftî be.
Serokê Komîsyonê bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin Tirkiye nêzîkî Ewropayê bibe ne ku dûr bikeve.
Herwiha destnîşan kir ku eger Tirkiye cezayê îdamê bîne dê Ewropa der barê endamtiyê de derî bigire.