Haydar Şahin
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Pakistanê ji bo êrîşa terorê ya ku li Ormarayê hatibû kirin û tê da 14 kes hatibûn kuştin nameya protestoyê ji Balyozxaneya Îslamabadê ya Îranê ra şand.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, Wezareta Karên derva ya Pakistanê ji bo êrîşa terorê ya li Belûcistana eyaleta Pakistanê hatibû kirin nameya protestoyê ji Balyozxaneya Îslamabadê ya Îranê ra şand.
Di nameyê da hat gotin ku terorîst li erdê Îranê bi cî bûne ligel vê hêzên ewlekariya Îranê li dijî terorîstan tevnagerin û wiha hat nivîsandin:
"15-20 terorîstên xwe bi kincên hêzên sînor va kamufle kiribûn di 18ê nîsanê da li ser rêya perava Bûzî Topê barîqat danîn û 3-4 otobêsên ji Ormarayê diçûn Gwadarê dan sekinandin, 14 endamên artêşa Pakistanê kuştin. Piştî êrîşê terorîstên ji sînor ra hatibûn dîsa ji sînor ra derbasê wî alî bûn. Me îstixabarata rêxistinên terorê yên Belûc ên li aliyê Îranê kamp vekirine gelek caran dabû îstixbarata Îranê lêbelê hetanî vê gavê Îranê tu tiştek nekir."
Di nameyê da bal kişandin ku êrîş ji bo Pakistanê zehf girîng e û bang kirin ku li dijî rêxistinên terorê yên li erdê Îranê xebatên xwe dimeşînin bira tev bigerin.
Êrîşkarên çekdar ên li Belûcistanê roja pêncşemê çend otobêsên ji Qereçiyê diçûn Gwadarê dabûn sekinandin û 14 kes kuştibûn.
Berpirsyariya êrîşê Eniya Azadkirina Balûcistanê ya ji 3 rêxistinên Belûc pêk tê hildabû ser xwe.
Wezareta Karên Derva yê Îranê bi daxuyaniyê Wezîrê Karên Derva Mihemed Cewad Zerîf jî li ser medyaya civakî êrîş şermezar kiribûn.