Haydar Şahin
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (RTD) diyar kir ku hejmara kesên di pevçûnên li der û dora Terablusa paytextê Libyayê da mirin derkete 220î û hejmara birîndaran jî gihîşte hezar û 66an.
Li gor daxuyaniya RTDyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand, General Xelîfe Hefter di 4ê nîsanê da fermana êrîşa li ser Terablusê da û pevçûn derketin ji wê rojê hetanî nika 220 kesên di nav wan da jin û zarok jî hene hatin kuştin û hezar û 66 kes jî hatin birîndarkirin.
Li gor daxuyaniya rêxistinê, hatibû diyarkirin ku di pevçûnên li Terablusê da 213 kes hatin kuştin, ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Ji ber pevçûnan ji 18 hezarî zêdetir kes jî ji cî û warên xwe bûn.
General Xelîfe Hefterê serokê hêzên li rojhilatê Libyayê ji bo ku Terablusa paytex zeft bike di 4ê nîsanê da fermana êrîşê da bû, li ser vê yekîneyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî jî operasyona "Burqan el-Xadab"ê dabûn destpêkirin.