Haydar Şahin
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê hema bêje li serê her kuçeyê berberekî kuçeyan heye, li gor salonên kuaforan hem erzan e hem jî bi lez xizmetê didin ji ber vê jî mişterî wan tecih dikin.
Nav û dengê berberên li kuçeyên Îslamabada paytext li dervayê welêt jî belav bûye.
Ya rastî ji aliyê paqijiyê va pirsgirêkên wan hebin jî ji ber xizmeta bi lez û erzan tên tercihkirin.

Meriv dikare li ser berberên kuçeyan bi 3 lireyî va rû û porê xwe bide kurkirin.
Eşref Xanê 32 salî yê ku li koşeyê rawestgeha wesayîtan a Aabparaya li Îslambadê berberiyê dike got ku bi dilxweşî karê bavê xwe didomîne.
Xan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 25 sal a nanê xwe ji berberiyê bi dest dixe û wiha axivî: "Ez bi her awayî porê mişteriyan çêdikim. Esnafên li dorberê traşa bi lez û erzan tercih dikin."

Xan got ji bo ku dikanekê veke sermiyeya wî tune û salonên kuaforan berberên kuçeyan ji xwe ra reqîb dibînin.
Xan ji aliyekî va mişteriyê xwe traş dike û ji aliyê din va jî dîrektîfan dide berdestiyê xwe. Xan got ku heke mişterî bixwazin serî û sermila wan jî masaj dikin.