ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala der barê jêpirsîna guhdarkirinê de wiha got: "Ev pirsgirêkeke mezin e, bertekên tên nîşandan jî normal in. Ne bi tenê Tirkiyeyê li her derê dinyayê ev wiha ye. Niha destûra girtinê hat dayîn. Xebat dewam dikin, piştî ku girtin çêbibin, hikm jî dê bê dayîn."
Wezîr Ala piştî Civîna Berfireh a Serokên Bajêr ên AK Partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.
- Pêvajoya çareseriyê
Wezîr Efkan Ala destnîşan kir ku der barê pêvajoya çareseriyê de xebatên qanûnê hatine temamkirin û wiha got:
"Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ya ku wek pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, pêvajoyeke ku wezîfedarên dewletê ji bo ku vê çareser bikin di meclisê de însîyatîfê hildane û hewl didin ku ev bi awayekî qanûnî bê çareserkirin. Îro sibê ew ê pêşkeşî meclisê bibe."
Li ser pirsa 'di vê xebatê de vegerînên malê yên ji çiyê dê hebin an na,' Ala wiha got: "Ev verastkirineke ku di nav de her tişt heye nîne. Ev verastkirineke ku îradeya çareserkirina vê pirsgirêkê derxe holê ye. Bi vê verastkirinê ve înşallah îradeya "em ê vê pirsgirêkê çareser bikin" dê ji hêla meclisê ve jî bibe qanûn."
- Leşkerên li Başûrê Rojhilatê
Ala li ser pirsa di pêvajoya çareseriyê de rewşa leşkerên Başûrê Rojhilatê wezîfedarin jî wiha axivî:
"Em dewletê wek meclis û îradeya netewî pêk tê bi nav dikin. Ya ku li vir biryarê bide îradeya siyasî ye. Ya ku bike rewacê jî saziyên dewletê ne. Ev cudahî li Tirkiyeyê bi têra xwe hatiye fêmkirin. Em wek îradeya siyasî biryara xwe didin, saziyên dewletê jî vê dikin rewacê."