MÛSIL - ADEM DEMİR
Tîma AAyê ket Mûsîla ku di 6ê hezîranê heta niha di destê DÎŞIyê de ye û bûyerên ku diqewimin di cî de dît. Milîtanên DÎŞIyê destûr nedan ku nûçegihanê AAyê dîmenan bigire û wêneyan bikşîne, lê destûr da ku nûçegihan di bin qontrola wan de li bajêr bigere.
Milîtanan cihên qontrolê bi alayên reş ên ku li ser mohra hezretê Mihemmed heye xemilandin û wesayîtên ku ji cihên qontrolê re derbas dibin, teftîş dikin. Milîtan bi taybetî di mijara rojnamegeran de gelekî hesas in. Lewra naxwazin ku dîmen û wêneyên tu cihên qontrolê bên kişandin. Ew bajarên ku qontrola wan bi dest xistin de bûn sedema tirsê, lê çîqas tirsê bidin ew qas jî ew bi xwe ditirsin ku bi balafir an jî firokeyan ji hewayê bên bombebarankirin.
-Iraqî jî DÎŞIyê nizanin
Iraqî jî DÎŞIya ku li hember çapemeniyê gelekî devgirtî ye, nas nakin û nizanin ka çi ye. Her kes li gor têkiliya ku pê re daniye û li gor miameleya ku rast hatiye DÎŞIyê nas dike. Ji ber vê yekê li gor hin kesan DÎŞI komeke terorîst a ku ji "kujeran" pêk tê ye, lê li gor hin kesan jî artêşa qehremanan a ku li hember "Malikiyê dîktator ê ku mezhebîtiyê dike" şerê rizgariyê dide ye.
-"Di nav me de erep, sunî, şiî, kurd, tirkmen û xaçparêz jî hene"
Berdevkê Şervanên Eşîrên Pêşeng ên Mûsilê Şêx Elî Mamûrî li ser telefonê bersiva pirsên nûçegihanê AAyê da û diyar kir ku li dijî şerê mezhebî ya ku tê kirin û fikra Îran Iraqê dagir bike ne û wiha axivî: "Di nav me de erep, sunî, şiî, kurd, tirkmen û xaçparêz jî hene. Ev şoreşa iraqiyan e. Malikî û Amarraya partiya wî, dîmenên ku li Nasiriye û herêmên wek wê tên kişandin, wekî ku ew der Mûsil e nîşan dide. Ev îdia ji ratsiyê dûr in. Niha rewşa Mûsilê ji sedî sed ewledar nîne. Milîsê Malikî û yên piştgirê Îranê hê jî hene. Ew kesên ku li Bexdayê dewletê bi rê ve dibin dagirker in û kujerê bipere ne. Ji ber vê yekê divê hikûmet bê hilweşandin."
- Di rewşa berdest de Iraq bi awayekî fiîlî bûye sê parçe
Şideta li Iraqê di 2yê hezîranê de dest pê kir û di 6ê hezîranê de bi ketina Mûsilê belavî tevahiya Iraqê bû û ev 20 roj in ku bûyerên şidetê berdewam dikin. Di rewşa berdest de Iraq bi awayekî fiîlî bûye sê parçe.
Kurdan qontrola herêmên ji ber ku li gor madeya 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê rewşa wan nehatiye diyarkirin û ji ber wî wekî "herêmên bipirsgirêk" tên binavkirin, bi dest xistin. Kurd naxwazin ku zêdetir pêş ve biçin. Şiî jî ji bo ku bêtir bajar nekevin destê DÎŞIyê hewl didin. Lêbelê wisa xuya dike ku DÎŞI hîç naxwaze ku bisekine. Ji ber ku DÎŞI ji bo ku bikeve Bexdayê amadehiyan dike. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin DÎŞIyê ku navçeyên li bakurê Samarrayê xistiye destê xwe, planan çêdike ku hem ji hundir hem jî ji derve derbeyek li Bexdayê bide.