500 pêşmergeyên jin ên di yekîneya taybet de ya girêdayî "Alaya duyemîn" a li bajarê Silêmaniyê, di van rojên ku Iraq ber bi şerekî navxweyî ve diçe de, perwerdeyeke xurt dibînin.
Pêşmergeyên jin ên ku tîma AAyê dîmenên wan kişandin, wekî pêşmergeyên mêr perwerdeyê dibînin. Pêşmergeyên jin dikarin ku gelek çekên wek topên hewanê, roketavêj, tifengên bi makîne û keleşê bi kar bînin. Her wiha perwerdeyên wekî pêşketina di eraziyên diijwar de, ketina nav herêma dijmin, keşfkirin, tetbîqkirina azîneyên kemînê, li hember şertên fizikî û derunî yên şertên şer li ber xwe dayînê, dibînin.
Temenê pêşmergeyên jin di navbera 18 û 45an de ne û pêşmergeyên jin xwe xweşik jî dikin. Pêşmergeyên jin bi gûstîlên xwe, oje, xizim û guharên xwe balê dikşînin li ser xwe.
-"Em amade ne ku di hemû şertan de li her derê şer bikin"
Fermandara Yekîneya Pêşmergeyên Jin Nahîde Ehmedê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir amade ne ku biçin hemû eniyên ku hewceyî heye û got "Em amade ne ku di hemû şertan de li her derê şer bikin."
Ehmedê got ku em dikarin hemû çekên giran bi kar bînin û me perwerdeyeke wisa dît ku em dikarin di hemû şerê giran de cî bigirin.
Ehmedê qal kir ku wek pêşmergeyên jin car carna di cihên şerên çekdarî de jî peywirdar dibin û wiha axivî: "Me herî dawî li Tazexûrmatûya bajaroka Kerkûkê û gundê Beşîrê bi milîtanên DÎŞIyê re şer kir. Niha jî bangî me kirin ku em biçin Xaneqîna ku wir pevçûnên bi DÎŞIyê re berdewam dikin. Em ji bo parastina herêmê amade ne ku her cure fedakariyê bikin."
Ehmedê da zanîn ku hin jinên di nava wan de zewicî ne û wiha axivî: "Berpirsyariya zewiciyan li gor a ezeban bêtir e. Barekî giran li ser milên wan e. Tercîha me ew e ku jinên ku dibin pêşmerge ezeb bin, lewra yên ezeb hêsantir dixebitin."
Ji pêşmergeyên jin Hewa Newzadê got ku min di 15 saliya xwe de dev ji dibistanê berda û biryar da ku bibim pêşmerge û wiha axivî: "Ez di 18 saliya xwe de bûm pêşmerge. Min xwest di şûna ku li ser maseyan bixebitim, wekî pêşmergeyên mêr xizmeta aktîf bikim. Ez dikarim di eniyan de şer bikim. Li kû hewceyî hebe, dikarim biçim wir û şer bikim."
Newzadê got ku em haj bi dijawriya karê ku em dikin hene û wiha axivî: "Li herêma me ji bo gelek kesan çekgirtina jinan balkêş tê. Ez zewicî me. Jinên ku dibin mamoste, hakim, dozger an jî bijîşk çawa malbatekê ava dikin, em jî bi heman awayî hem li malê hem jî bi hev re peywira xwe bi cî tînin. Heke zarokên min çêbin ez amade me ku peywira xwe ya dayiktiyê jî bi cî bînim. Jinek hem dikare bibe pêşmerge hem jî dikare bibe dayik."
Yekîneya taybet a ku ji jinan pêk tê, di çarçoveya daxwaza birêvebirên partiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) di 11ê sermaweza 1996an de hat avakirin. Wê heyamê jimara pêşmergeyên jin 16 bû li niha gihiştiye 500 kesî.