Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
MÛSIL
Hat ragihandin hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî ya Iraqê ketin Şeingala navçeya Mûsilê ku di destê pêşmergeyan da bû.
Qasim Şeşoyê ji fermandarên pêşmergeyan yên li Şengalê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ber destê sibehê artêşa Iraqê, polêsên federal û hêzên Heşdî Şabiyê yên ji hêzeke hevbeş pêk dihatin ketin navenda Şengalê.
Şeşo diyar kir li Şengalê şer derneketiye û wiha got: "Lewra em bi hêzeke hevtayê me nîne ra rû bi rû man. Misteşarên leşkerî yên ji Îranê jî di nav hêzên ewlehiyê da bûn."
Qasim Şeşo diyar kir hemû saziyên dewletê vala kirine û paşva vekişîne.
Li Şengalê pêşmergeyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) jî hebûn.
Di operasyona Telaferê ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da hêzên ewlehiya Iraqê gihîştibûn Şingalê û qederê 30 kîlomêtro nêzî Şengalê bi cî bûbûn.