09 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
KERKÛK
Alîkarê Serokê Meclisa Bajêr a Mûsilê Nureddîn Kaplan destnîşan kir ku ji bo Mûsil ji DAEŞa rêxistina terorê were sitendin amadehiyên leşkerî dewam dikin û got ku digel vê ji bo pêleke mezin a koçê jî biryar hat dayîn ku 3 kampên din bên vekirin.
Kaplan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo sitendina bajêr planên leşkerî yên hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî ji hev cuda ne, lê ji bo rewşa sivîlan wek rêvebiriya herêmî planên xwe çêkir. Dema ku midaxele çêbe ji bo penaberan li dorbera Mûsilê biryar hat dayîn ku 3 kampên din bên vekirin."
Kaplan diyar kir ciyên ku wê kamp bên lê çêkirin hatine eşkerekirin û wiha got: "Wê du kamp li herêmên Mexmûr û Hazira Mûsilê û ya din jî li texma Bendava Mûsilê were çêkirin."