Sevim Hatun
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê Neteweyên Yêkbûyî (NY) Vîtaliy Çûrkîn, wefat kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê, Çûrkînê di 21ê sibatê da jidayik bûye rojek berî rojbûna xwe, di 64 saliya xwe da li New Yorka ku lê wezîfedar e, wefat kir.
Di daxuyaniyê da sersaxî dan malbat û eqrebayên Çûrkîn.
Çûrkîn ji 8ê Nîsana 2006an vir va Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê NYê bû.
Matthew Rycroftê Nûnerê Daîmî yê Îngilstanê yê NYê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî: "Ez ji ber wefata hevalê min, dîplomatê mezin û hêja Vîtaly Chûrkîn xemgîn im."