Dinya

NYyê bangî aliyên Libyayê kir ku bila li gor agirbestê tevbigerin

Mîsyona Piştgiriya Libyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) di banga xwe ya ji bo hemû aliyên Libyayê da xwest ku bila li gor rê û rêzikên agirbestê tevbigerin û piştgiriyê bidin hewlên dîplomatîk ên ji bo çareseriyê dewam dikin.

Abdullah Tel  | 14.01.2020 - Rojanekırın : 15.01.2020
NYyê bangî aliyên Libyayê kir ku bila li gor agirbestê tevbigerin

Ankara

Di daxuyaniya UNSMILê weşand da hat gotin ku ji bo dawî li şer û pevçûnan bê bila hemû alî li gor agirbestê tevbigerin.

- "116 hezar zarok ji ber şer û pevçûnê nikarin biçin dibistanê"

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku şer û pevçûnên li Trablûsê jiyana rojane ya sivîlan serobin dike û wiha hat domandin: "UNSMIL ji bo nifûsa sivîl a Trablûsê, bi sedan hezar kesên malên xwe terk kirine û 116 hezar zarokên nikarin biçin dibistanê bang dike hemû aliyan ku bila ji bo berdewamiya hewlên dîplomatîk gorî agirbestê tevbigerin."

Bi saya xebata şirîkatiya Tirkiye û Rûsyayê peymana agirbestê hat amadekirin û Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (HLN) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hebûna wê qebûl dike jî li Moskovaya paytextê Rûsyayê ew peyman îmze kiribû. Aliyê Xelîfe Hafter ê lîderê komên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt in jî ji bo nirxandina xalan bo rojekî destûr xwestibûn. Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku îro serê sibehê Hafter peyman îmze nekir û ji Moskovayê çû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.